Li Baxdayê êrîşa bombeyî: 30 kuştî 65 birîndar
Li herêma Sadr Cîty a paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke bombeyî de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Sadr Cîty a paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke bombeyî de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê yên Baxdayê diyar kirin ku êrîş bi wesayîta bombe barkirî li dijî sîvîlan pêk hatiye.
Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî li taxa di bin kontrola lîderê Şîa Muqteda Es Sadr de ye û bi tedbîrên tund ên ewlekariyê tên parastin, pêk hat.
Rojnamevanên li herêmê dan xuyakirin ku di encama teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, 65 kes jî birîndar bûne.