Li Bavyerayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan meşeke dirêj destpê kir.
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan meşeke dirêj destpê kir.
Çalakger li Theaterplatz a li bajarê Îngolstadt ê eyaleta Bavyerayê li hev civiyan û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê deqeyek rêz girtin. Piştî ku parlamentera Dîe Lînke (Partiya Çep) Eva Bûllîng-Schroder axivî, meşa dirêj destpê kir.
Meşvan di roja destpêkê de bi qasî 40 kîlometreyî meşiyan û xwe gihandin Pfaffhofenê. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û çalakgerên tshîrtên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" li xwe kirin, der barê armanca çalakiya xwe de belavok belav kirin.
Çalakger wê îro saet di 08:00 de ji Pfaffhofenê careke din dest bi meşa xwe bikin û berê xwe bidin Munchenê.
Çalakger wê dosyayek li ser daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê radestî rayedarên Parlamenta Eyaleta Bavyerayê bikin.