Li Başûrê Kurdistanê Lîstikên Birçîbûnê
Bajarê qedim ê Kurdan Kerkûk ji bilî beşek ji gel û gerîla bêyî berxwedaneke were kirin kete destê Heşdî Şebî de.
Bajarê qedim ê Kurdan Kerkûk ji bilî beşek ji gel û gerîla bêyî berxwedaneke were kirin kete destê Heşdî Şebî de.
Dema ku mirov bala xwe dide dîmenên ku didin pêş û gotinên ku têne gotin xwedêgiravî ji ber ku hêza leşkerî ya Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî pir xurt bûye nekarîbûna li ber rawestiyane. Ji bo vê tenê rêyek maye û ew jî reviyane.
Êrîş ne tenê bi ser Kerkûkê de birine, xeta ku jê re Qada Navîn tê gotin hema hema hemû ketiye ber êrîşa Heşdî Şebî de. Mirov ji niha de nikare pê derxe bê ka ev êrîş wê heta bi kû biçin, an jî artêşa Iraqê jî di nav de heta bi kûderê destûra çûna wan hatiye dayin mirov nizane. Lê diyar e ku peymanek heye. Û di nav vê peymanê de di serî de PDK û YNK, hêzên mêtinger û her wiha DYA hene. Gotina Trûmp a ‘em bê alî ne’ ne vala ye.
Baş e; wekî ku wê Kerkûk û Qada Navîn – bi gotina wan başûrê paralelê 36’an bi dest ve bihatana berdan, bêyî ku yek guleyê biteqînin, naxwe çima bi propagandayeke mezin hate gotin ku ew diçine Referandûma Serxwebûnê? Çima gotinên ‘îxanetê dikin, xayin in’ ji wan mirovan re digotin, ku digotin, ev ne dema referandûmê ye. Gotinên ‘serê min jî di ber de here ez ji referandûmê nayêm xwarê’ bi kû ve çûn? Êw ên ku digotin, ‘’hêzên navdewletî li pişt me ne’, niha çima tiştekî nabêjin?
Mirov dikare gelek tiştên dî jî bipirse.
Lê ya girîngtir jinedîtî ve hatine peymana ‘gul bi gul didim’ a li Dûkanê ye. A rast hewldanên wiha yên bi pûtepêdanî ya ku ev peyman neyê dîtin hene.
Li Dûkanê qadroyên pêşeng ên PDK û YNK li hev rûniştin. Her wiha Serokkomarê Iraqê Fuat Mehsûm jî hazir bû. Di dîmenan de diyar bû her kes kêfxweş û dilxweş bû. Encama tabloyeke wiha bi kêfxweş û dilxweşî wê ketine Kerkûkê bûna û terkirina bi hezaran mirovên me bûna? Dema ku em dibêjin Kerkûk, li gelek deverên wiha ber vê zivistanê wê Kurd şepirze bibin?
Belê ji bilî gotinên ku têne gotin û ya ku şanî me didin, dema ku mirov hinekî lê bifikire tê dîtin ku li Dûkanê Birêz Mele Bextiyar û Birêz Nêçîrvan Barzanî bi çavdêriya Fuat Mehsûm biryar dan ku Kerkûkê û deverên dî bidin rejîma Iraqê û bi îhtîmaleke mezin gotiye,’’Heke di serî de Kerkûk, Kurdên li başûrê Paralele 36. venekişin, di serî de DYA wê desteka xwe vekişin, Îran-Tirkiye-Iraq wê êrîşê bi ser Kurdan de bibin’’. Bi vê çarçoweyê ji bo yên ku digotin em ê referandûmê bikin, ‘bibin dewlet’ ji bo ku gel were xapandin, lîstieke weke ya Lîstika Birçîbûnê şanî wan dan û pê re rêya vekîşînê
Belê di serî de Kerkûk, sedema ku bêyî guleyek were teqandin a vekişînê peymana li Dûkanê ye. Û di bin vê peymanê de hem mohra YNK’ê û hem jî ya PDK’ê heye. Û ku mirov binere Iraq jî li gorî vê peymanê pêşî berê xwe daye avahî û saziyên fermî. Bê plan neketiyê û ne ku bê plan şer derneketiye vê kêlîkê.
Li gel ku rastî ev e wê çawa rewşê ji gel re bibêjin ku bi salan e bi gotinên ‘em ê dewletê ava bikin’ gel dixapandin, çawa wê vê ji gelê Başûr û hemû gelê Kurdistanê re bibêjin, an jî ji bo ku ev plana revê dernekeve holê û neyê fêhmkirin wê bi kîjan rê û rêbazê bixapînin?
Senaryo ango lîstika mezin ev e.
Ên ku li Dûkanê şên û geş bûn çawa piştî rojekê şûr li hev kişandin? PDK, ku hê şîna Talabanî didome gotinên ku neyên gotin li ser YNK’ê dibêje. Behsa îxanetê, xayintiyê, revê, diziyê, gelek gotinên ku mirov nikare bibêje ji YNK’ê re dike. Her wiha YNK jî heman gotinan ji PDK’ê re dike. Gotinên îxanetkar, xayin, diz, hevkar ji vê eniyê jî diçin û tên.
Ê ku binere wê bibêje qey YNK fatûreya revê li PDK’ê dibire û PDK jî fatoreya revê li YNK’ê dibire..Tiştekî wiha tine!
A ku tê kirin û tê xwestin ew e ku, PDK ji bo ku gel jê neçe hinan dike hedef- ku ev YNK ye, her wiha YNK jî PDK dike hedef da ku gel jê neçe. Gel li hev sor dikin û wiha dixwazin ser ya ku bûyî bigirin. Heke ev plan biçe sêrî kesek wê sedema revê hîn nebe, dernekeve holê û di vê rewşê de hem PDK û hem YNK weke ku tiştek nebûbe wê li ser rêveberiya Kurdistanê bimînin.
Ev rewş pir dişibe fîlmê Lîstika Birçîbûnê ku bi rengekî karîger di sînameyan de hatiye nîşandan. Heke şaş bi bîra min neyê civakên cihê yên ku li 12 mintiqeyan hatine veqetandin wiha li hev sor dikin, li dijî hev bi kar tînin, bi hev didin kuştin û li hev dikine dijmin. Bi vê lîstika ku pir baş hatiye raxistin û plankirin çend çepel û sêwertal siltaniya xwe didomînin. Û dema ku vê dikin jî taybetmendiya sereke ya ku li ser radiwestin ew e ku nahêlin kes bi vê rewşê zanibe.
Heke tişta ku dibe hîn bibin, heke derkeve holê ku civak bi lîstekeke li hev dikine dijmin, civak wê werin cem hev, dijminatî wê rabe û yên ku Lîstika Birçîbûnê radixin wê deşîfre bibin û serserkî biçin.
Belê ya ku bi gelê me yê Başûrê Kurdistanê didin lîstin tam jî ev lîstik e. Lê vê carê navê lîstikê ne Lîstika Birçîtiyê ye, Lîstikên Mirinê ne. Hem jî li dijî Kurdan lîstika mirinê ya Israîlê.
Her me got Israîl, kanîn ew dostên Israîlî yên Kurdan, ew heyranên Kurdan ên Israîlê, em wiha jî bipirsin..
Û lê zêde dikin; em destûrê nedin ku ti hêz, ti kes wiha tinazê xwe bi gelê me bikin û vê êşê bi gelê me bidin jiyîn.