Li Bask, Katalonya û Spanyayê çalakiyên bi pankartan hate lidarxistin

Li gelek bajarên, Katalonya, Bask û Spanyayê  ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bi pankartan hate lidarxistin.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran didome.

Di navbera 1 û 10’ê Mijdarê de li gundên Sort, Cassoles, Santa Coloma û Sant Cugat, li bajarê Lleida ya Katalonyayê, li bajarên Bîlbao û Donostî ya Welatê Baskê û li bajarên Mûrcîa û Valencîa ya Îspanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de hate diyarkirin ku çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera cîhanê belav dibe û enternasyonalîst jî tevlî van çalakiyan dibin.