Şehîdên têkoşîna azadiyê li Basel û Freîbûrgê hatin bîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsreyê û bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê û bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê û Komîsyona Malbatên Şehîdan civînek bîranînê li dar xistin.

Di şexsê ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û Ferhat Koşker (Şervan Nûrhak), Serhat Bîlal Saridaş (Serdem) de şehîdên meha Mijdarê hatin bîranîn.

Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Alî Matûr got, "Ji bo hîn bêhtir şehîdên me nebin, divê em hê bi xurtir xwedî li şehîdan derkevin. Girîng e em li mîrateya wan xwedî derkevin û li ser vê bingehê bixebitin."

Piştre bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê axaftin hate kirin û hat destnîşankirin ku PKK partiyeke şehîdan e.

Piştî axaftinê sînevîzyon hate nîşandan û civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

FREÎBÛRG

Şehîdên Bestayê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn. Ji bo yek ji fermandarên YJA Starê Delal Amed û hevalên pê re şehîd bûn, Komîsyona Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinê ya Nûda yên li Freîbûrgê civîna bîranînê li dar xistin.

Merasîma bîranînê ku gelek kes tevlî bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Salih Hezex bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê axivî û bi bîr xist ku Delal Amed bi qasî sih salan ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Hezex got, "Delal Amed a ku emrê xwe da vê têkoşînê û hevalên wê, di nava vê têkoşînê de wê timî bijîn. Her şehadeta li nava vê têkoşînê li me giran jî be, ji bo bicihanîna armancên wan divê em hê xurt û bi bawer bin."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Delal Amed hate nîşandan.