Li Başakşehîrê bi hezaran karker ketin grevê

4 hezar karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê ya ku li navçeya Îkîtellî ya Stenbolê înşaata wê didome, bi armanca protestokirina şert û mercên xebatê dest bi grevê kirin.

Karkerên înşaata nexweşxaneyê ragihandin ku ji ber pirsgirêkên xwaringehê û ji ber şert û mercên kar ji vê Duşemê şûnde dest bi grevê kirine.

Li aliyekî di navbera karker û fîrmaya kar de hevdîtin didomin. Li aliyê dîtir DÎSKû Dev Yapi-Îş’ê di derbarê çalakiyê de daxuyaniyek weşandin.

Sendîkayê got, “Şert û mercên karkirinê, xwarin û vexwarina têr û bes, mafê karkeran e. Di qanûna bi hejmara 6331’an ya tendirustî û ewlehiya karkeran de ev mafên karkeran bi eşkere cih digirin. Lê belê heke em karker xwedî li van mafan dernekevin, wê ev maf û qanûn li ser kaxizê bimînin.”

Karker ji bo sererastkirina şert û mercên xebatê ketin berxwedanê û grev dan destpêkirin. Karkeran got, “Maf nayê dayîn tê girtin. Şert û mercên mirovane, yên xwarin û vexwarina baş bi têkoşînê tên bidestxistin.”