Li balefirxaneya Orlyê êrîşa çekdarî: kesek mir

Li balefirxaneya Orlynê ya Fransayê, kesekî ku xwest çeka leşkerê li wê derê peywirdar e bistîne, hate kuştin.

Li gorî çapemeniya Fransayê îro di destê sibehê de kesekî çeka leşkerê ku li balefirxaneya Orlyê  peywirdar e, ji destê wî girt. Êrîşkar dûre ji aliyê leşkerên Fransayê ve hate kuştin.

Piştî bûyerê hin beşên balefirxaneyê hatin girtin û pisporên bêbandorkirina bombeyan jî şandin balefirxaneyê.

Li Fransayê di mehên borî de jî, gule berdabûn kesekî ku destê wî de sator hebû û êrîşî muzeya Louvreyê kiribû û ev kes bi giranî  birîndar bibû.