Li balafirgeha herî mezin a Ewropa çalakiya ji bo Kobanê

Li balafirgeha herî mezin a Ewropa çalakiya ji bo Kobanê

Li Balafirgeha Londra Heatrow a li Ewropa herî zêde sefer lê tên kirin, çalakiya piştevaniya ji bo Kobanê tê kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û her wiha ku çeteyên DAIŞ bi awayekî rehet balafirgehan bi kar tînin û di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê dibin, li Balafirgeha Navneteweyî ya Heatrow a li Londra çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûn, dirûşmayên, “Terorîst DAIŞ”, “Li hember DAIŞ bibin yek”, “Kobanê ne bi tenê ye” hatin gotin.

Di çalakiya ku li Termînal 2 a Balafirgeha Heatrow a li Ewropa herî mezin e tê xwestin ku seferên ji bo Tirkiyeyê bên rawestandin.  Her diçe hejmara girseyê zêde dibe. Polîsan tedbîrên zêde yên ewlekariyê girtine.

Duh bi şev jî li Balafirgeha Gatwîck a li Londra bi qasî 3 saetan çalakiya dagirkirinê pêk hatibû.