Li balafirgeha Baselê çalakiya bêîteatiya sivîl
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li balafirgeha Baselê li pêşiya Rêyên Hewayî yên Tirk çalakiyeke bêîteatiya sivîl hate kirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li balafirgeha Baselê li pêşiya Rêyên Hewayî yên Tirk çalakiyeke bêîteatiya sivîl hate kirin.
Li balafirgeha Basel-Mulhouse-Freiburgê ku Swîsre, Elmanya û Fransa bi rengekî hevpar bi kar tînin, çalakiya bêîteatiya sivîl hebû.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst çalakî pêk anîn.
Ciwanan di çalakiyê de ji bo piştevaniya Rojava bang kirin.
Ciwanan diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bidomînin.