Li Bakûrê Kurdistanê protestoyên 9’ê Cotmehê
Li Bakûrê Kurdistanê protestoyên 9’ê Cotmehê
Li Bakûrê Kurdistanê protestoyên 9’ê Cotmehê
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 9’ê Cotmeha 1998 dest pê kir, di salvegera 16’emîn de li hemû bajar û navçeyên Kurdan hate protestokirin. Di çalakiyan de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî hatin şermezarkirin û peyama “Kobanê ne bi tenê ye” hate dayin.
Çalakiyên protestokirina Komploya Navneteweyî hema bêje li hemû bajar, gund û navçeyên Bakûrê Kurdistanê pêk hatin. Li gelek navçeyan derabe hatin daxistin û li gelek bajaran jî meşên girseyî pêk hatin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk li gelek cihan pevçûn rû dan.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnexê bi rojane ji bo berxwedana Kobanê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya Tirkiyeya ji çeteyên DAIŞ'ê re şermeza bikin çalakî berdewam dikin. Li Şirnexê serê sibê esnafan bi armanca şermezarkirina salvegera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dikanên xwe venekirin.
Bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Şirnexê hatin cem hev û bi pankartên "Berxwedana Kobanê, rizgarkirina rûmeta mirovahiyê ye" û "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu" vekirin û ber bi Qada Omer Kabak ve meşiyan û ji wir jî ber bi Qad Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin gotin.
Girseya giştî hatin qadê sruda "Çerxa Şoreşê" xwedin û rêzgirtin pêk anîn. Li ser navê girseyê Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Berîvan Kayaş xwend û li ser salvegera 9'ê Cotmehê rawestiya û wiha got: "Hêzên desthilatdar di 9'ê Cotmehê de di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd xilas bikin." Kayaş, anî ziman ku pêvajoya îro pêktê berdewamiya komployê ye.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
HEZEX
Li navçeya Hezexa Şirnexê bi hezaran kes bi meşê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Meş ji Cadeya Adîle Naşîtê bi pankartên “Em Koploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” û “Her der berxwedan e, her der Kobanê ye” dest pê kir. Di meşê de Hevserokê HDP’ya navçeyê axivî û 9’ê Cotmehê şermezar kir. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê girseyê kirin, ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da êrîşa polîsan. Rageşiya li navçeyê li hin cihan didome.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiya Şirnexê bi dehezaran kes komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî bi meşeke heybet şermezar kir. Bi dehezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê kom bûn, di nav de hevserokên DBP'ê yên navçe û bajarokên Silopî, hevşaredarên navçe û bajarokan, rêveberên MEYA-DER'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û yên Saziyên Civaka Sivîl hebûn heta navenda bajar meşiyan.
Di meşê de pankartên, "Gelê Silopî komploya 9'ê Cotmehê şermezar dike û dê vale derxe" û " Jin dê bi hêza xwe komploya navneteweyî vala derxin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Her wiha diruşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin gotin.
Piştî meş qediya û girse carek din hate ber avahiya DBP'ê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP'ê yê Silopî Îdrîs Aras axivî û got ku komploya 9'ê Cotmehê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan li hemû kurdan hatiye kirin û wiha berdewam kir: "Hêzên navneteweyî bi komploya 9'ê Cotmehê xwestin hêza gelê kurd têk bibin. Lê tevgera me û vîna gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bêhempa komplo vala derxistiye."
Piştî axaftina Aras çalakî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.
AMED
Li Amedê jî bi heman armacê meşek hate lidarxistin. Bi hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê li hev civiyan, ber bi avahiya KCD'ê ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de dirûşmên "Be serok jiyan nabe" hatin gotin û û alên PKK'ê hatin vekirin.
Dema girse gihişt ber avahiya KCD'ê, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axaftinek kir. Demîrtaş, got ku Komploya 9'ê Cotmehê bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hatiye derxistin. Demîrtaş, her wiha bûyerên li heremê qewimîne jî bibîrxist û ji malbatên kesên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.
Piştî axaftinan girse ji bo cenazeyên Ugur Ozbey û Baver Şahanoglu ên di çalakiyan de hatin qetilkirin werbigire ber bi Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ya li Deriyê Çiyê ve meşiyan.
COLEMÊRG-GEVER
Komploya 9'ê Cotmehê li navçeya Geverê jî bi meşekê hate şermezarkirin. Girseya ku di heman demê de êrîşên çeteyan yên li hemberî Kobanê jî şermezar dikir, bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk ya Geverê ji avahiya DBP'ê heta navenda navçeyê meşek lidarxist. Di meşê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo","Şehîd namirin"," Bîmre DAIŞ Bîmre AKP" hatin berzkirin. Piştî girse gihişt ber Otela Osloyê rêz hate girtin. Polîsan jî li derdorê tedbîrên berfireh kirin. Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk ya Geverê Vahît Şahînoglu ku li ser navê komê axaftinek kir komplo şermezar kir. Piştî axaftinan girse ji bo sersaxiya Endama YPJ'ê Hacer Tamûr (Delîla Gever) ku li Kobanê şehîd ketibû çû taxa Ormanê û ji malbatê re sersaxî xwest.
Li aliyê din, Dibistan Seretayî ya Gazî bi molotofan hate şewitandin. Şewat ji aliyê yekîneyên îtfaiyeyê ve hate vemirandin. Li navçeya ku ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne, pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de derketine hêj didomin.
RIHA
Komploya 9’ê Cotmehê li gundê Dewşen ê navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê bi sedan kesên ku li ser sînor nobetê digirin ve bi meşekê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YDG-H hatin vekirin. Di meşê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di çalakiyê de axivî.
AGIRÎ
Li Avkevira Agiriyê ku derebeyên dikanan girtiye polîsan bi bombeyên gazê û guleyan êrîşî welatiyên çalak îli dar xistin kirin. Welatiyan bi keviran bersiv dan polîsan û ber bi midûriyita polîsan ve meşiyan. Li ser berxwedana gel polîs ketin avahiya emniyetê û Avahiya Hikûmetê, polîsan li vir bi guleyên rasteqin gel gulebaran kirin. Pevçûn bi dijwarî didomin.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî kedkarên KESK’ê yên xwestin li ber avahiya şaredariyê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Kedkarên ku rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin ketin avahiya şaredariyê. Piştre Hevşaredarê Bazîdê Rohat Rohat Ozbay axivî û bal kişand ser komployê. Di dema çalakiyê de polîsan êrîşê girseyê kirin û pevçûnên li navçeya dest pê kirin. Polîsan li vir jî bi TOMA’yan bi ava şid û gaza îsotê êrîş kir. Ciwanan li hemberî vê yekê bersiv dan polîsan û li navçeye pevçûn dest pê kir.
Hate diyarkirin ku pevçûn berdewam dikin û ciwanan rêya transît a di navbera Îran-Tirkiyeyê de li trafîkê girtin.
Pevçûnên li navçeyê didomin
SEMSÛR
Li bajarê Semsûrê jî 9’ê Cotmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber avahiya HDP’ê ya Semsûrê hate dayin, hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bi sedan kes amade bûn û dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Qasidê Aşitiyê li Îmralî ye” “Bê Serok Jiyan nabe” hatin gotin. Hevseroka DBP’ya bajêr Bedriye Polattaş axaviî û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hate vekirin.