Li Bakirkoyê dayikan bi qurnefîlan çalakiyek li dar xistin

Xizmên berxwedêrên girtî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xwestin bimeşin ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lê belê polîsan meş asteng kir.

Xizmên berxwedêrên girtî, ji bo piştgiriya zarokên xwe û balê bikêşin ser çalakiya wan a li dijî tecrîdê, çalakiya nobedê pêk tînin. Malbat her roj bi awayekî sîstematîk ji hêla polîsan ve tên astengkirin lê belê malbat bi biryar çalakiya xwe pêk tînin.
Îro, malbatan careke din xwest bimeşin ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û çalakiya xwe pêk bînin. Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Saruhan Oluç û Zuleyha Gulum û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiya malbatan.
Lê belê dîsa polîsê Tirk xwe li malbatan ranegirt û meş asteng kir. Piştî gefên polîsên Tirk ên êrîşkirinê, dayikan bi bîr xist ku îro roja dayikan e û wê qurnefîlan deynin ber girtîgehê. Lê belê polîs destûr neda malbatan. Li ser vê malbat, vegeriyan avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê.
Li vê derê hevseroka HDP’ê ya bajêr Esengul Demîr daxuyaniya çapemeniyê da û got, “Di mercên asayî de di roja dayikan de zarok diçin ba dayika xwe lê niha dayik diçin serdana zarokên xwe.”
Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş jî axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, “Bi tecrîdkirina birêz Ocalan, ne tenê ew, hemû gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin.”
Dayikên Aştiyê jî bang li her kesî kir û got, “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Bila her kes dengê me bibîhîse û dengê xwe li yê me zêde bike.”