Li bajarên Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li berxwedanê

Li Ewropayê çalakiyên şermezarkirina terora dewleta Tirk û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan dewam dikin.

Li Ewropayê çalakiyên şermezarkirina terora dewleta Tirk û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan dewam dikin. Li bajarê Munster, Frankfûrt û Creîlê Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan. Li Parîsê jî wê sibe saet di 13:00 de mîtîngek bê lidarxistin.

MUNSTER

Li bajarê Elmanya Munsterê, li dijî komkujiyên li Kuristanê ber bi Nûnertiya NATO'yê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Meşê ji ber stasyona trenê destpê kir û SPD, Partiya Keskan, Dîe Lînke, komên antî faşîst, endamên Komeleya Elewiyan, Odak û gelek rêxistinên civakî yên demokratîk destek dan.

Di axaftinên li vê derê de li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, dosyayek pêşkêşî Nûnertiya NATO'yê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me biryar dan her roj çalakiyan lidar bixin. Em bang li gelê xwe dikin, ku beşdarî van çalakiyan bibin."

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Însiyatîfa Gel a Kurd li balafirgehê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di çalakiyê de hikûmeta Elmanya ya li pêşberî komkujiyan bêdenge hat protestokirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin qîrîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku bêdengî tê wateya desteka ji bo komkujiyên AKP'ê.

CREÎL

Li bajarê Fransa Creîlê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hatin protestokirin. Girseya gel a li ber garê li hev civiya, daxuyaniyek li vê derê da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dike û berxwedana xwerêveberiyê hat slavkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurd û dostên wan wê sibe li Meydana Repûblîqûe mîtîngekê lidar bixin û xwedî li xwerêveberiyan derkevin. Mîtîng wê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ve bê lidarxistin û saet di 13:00 de destpê bike. CDK-F têkildarî çalakiyê daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûnê kir.

...