BI DÎMEN

Li bajarên Ewropayê çalakiyên destekkirina berxwedana xwerêveberiyan

Bi armanca destekkirina berxwedana xwerêveberiyan û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê, çalakiyên li Ewropayê dewam dikin.

Bi armanca destekkirina berxwedana xwerêveberiyan û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê, çalakiyên li Ewropayê dewam dikin.

LI AMSTERDAMÊ MEŞ

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, greva birçîbûnê ya li dijî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, di roja 11. de bi dawî bû. Çalakgeran piştî ku grev bi dawî kirin, ji bo bala raya giştî ya Hollandayê bikişînin ser mijarê, meşek lidar xistin.

Çalakî ji aliyê saziyên Kurd, Tirk û Elewiyan ve hat organîzekirin û li Meydana Beûrsplelîn a Asterdamê saet di 13:30 de destpê kir. Ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Hollandî, Partiya Sosyalîst, komên kesk, çep û mûxafazakar, DÎDF, HÎTP, Hak-Der û hin komên ên din otonom bi qasî 1500 kes beşdarî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan, Dîktator Erdogan", "Dewleta Tirk fînanse dike, DAIŞ lê dide" hatin qîrîn.

Piştî meşê li Mûseûmpleînê mîtîngek hat lidarxistin. Li ser navê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Saadet Karabûlût axivî û bibîr xist, ku Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Karabûlût da xuyakirin, ku hêzên YPG'ê li her deverê pêşî li belayê serê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê girtine û û diyar kir, ku ji ber vê rastiyê gelekî xwezayî ye bang li hêzên Rojava bê kirin ji bo tevlî konferansa Cenevre-3 bibin.

Karabûlût bal kişand ser komkujiyên Erdogan û ekîba AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dikin û destnîşa kir, ku ji bo sekinandina vî şerî divê hikûmeta Hollandayê û Yekîtiya Ewropa tavilê bikevin nava tevgerê.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê Kadîr Belekî jî bal kişand ser xemsariya welatên Ewropayê û da zanîn, ku ji bo pêşî li hatina 2 mîlyon penaberên Sûriyeyê bigirin, komkujiyên AKP û Erdogan ji nedîtî ve tên. Belekî got, "Baş e di şerekî navxweyî de, eger 70 mîlyon mirovên li Tirkiyeyê berê xwe bide welatên we, hûnê çi bikin?"

Belekî bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin û hîn bêhtir çalakiyan lidar bixin.

LI MANNHEÎMÊ CIVÎNA GEL

Li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Mannheîmê jî, civîneke gel hat lidarxistin. Di civîna ku bi sedan kes beşdar bûn de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî.

Kartal da xuyakirin, ku gelê Kurd li dijî faşîzma AKP'ê, xwerêveberiyên xwe îlan kiriye û serweriya kesekî din qebûl nekiriye. Kartal diyar kir ku vîna xweser wê bi ser bikeve û da zanîn ku divê gelê Kurd û tevgera azadiyê di vê pêvajoyê de xwe bi şêweyekî herî baş motîve bikin û bersivê bidin pêvajoyê.

Remzî Katral bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku divê çalakî û berxwedan bi ruhekî seferberiyê yê gel bi ser bixîne, bê kirin.

Civîn bi qîrîna dirûşmên ji bo destekkirina berxwedana li Amed û Botanê bi dawî bû.

CIWANÊN KURD Û ELMAN LI HAMBÛRGÊ MEŞEKE BI KORSANÎ LIDAR XISTIN

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, komek ji ciwanên antî faşîst ên Kurd û Elman, ji bo komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan şermezar bike, xwepêşandaneke korsanî pêk anî.

Bi qasî 50 kes li ber Rote Flora ya li taxa Schanzenvîertelê li hev civiyan, pankart vekirin û bi teqandina fîşekên hewayî re dest bi meşê kirin. Çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat, ji aliyê polîsan û endamên sivîl ên rêxistina îstîxbaratê Staatsschûtz ve hat şopandin.

Ciwanên li gelek kolanên Schanzenvîertelê li hev civiyan, li ser destwerdana polîsan ji bo neyên girtin, li nava gelek kolanan belav bûn û dawî li çalakiya xwe anîn.

BODENSEE

Li herêma Frîedrîchshafen a bajarê Elmanya Bodensee, Kurdistanî û dostên wan, komkujiyên dewleta Tirk li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê dike, şermezar kirin.

Di çalakiya li Bochhornplatzê de Kurd, nûnerên saziyên Elewiyan û Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) amade bûn.

Belavokên bi serenavê "Bêdeng nemîne, nebe hevparê komkujiyan, li Kurdistanê qirkirin heye" ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin.

Di axaftinên li çalakiyê de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan bi dawî bû.

...