Li bajarên Elmanyayê afîşên 'greva birçîbûnê'

Li sê bajarên Elmanyayê afîşên li ser grevên birçîbûnê hatin daliqandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li sê bajaran afîş daliqand. Afîşên li ser berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên li Strasboûrgê li bajarên Gelsenkîrchen, Bochûm û Essenê hatin daliqandin. Li navendên Gelsenkîrchen û Essenê bi dehan afîş hatin daliqandin. Li Zanîngeha Bochûmê jî bi dehan afîş hatin daliqandin û li ser berxwedana greva birçîbûnê bang hate kirin.