Li bajarê Sarreguemînes ê Fransa meşa Kobanê
Li bajarê Sarreguemînes ê Fransa meşa Kobanê
Li bajarê Sarreguemînes ê Fransa meşa Kobanê
Li bajarê Sarreguemînes ê Fransa meşa ‘Li dijî DAIŞ piştgiriya bi berxwedana Kurd re’ hat lidarxistin. Girseya tevlî meşê bû bi pankarta “Kobanê di xeteriyê de ye, tiştekî bikin” meşiyan.
Li bajarê Sarreguemînes ê Fransa meşa xwedîderketina li berxwedana Kobanê pêk hat. Meşa bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Sarreguemînes, Meclîsa Gel a Metz û Saînt Avold hat lidarxistin, 350 kes tevlî bûn.
Girseya pankartên “Li dijî DAIŞ piştgiriya bi berxwedana Kurd re” û “Kobanê ti xeteriyê de ye, tiştek bikin” hildan ji ber Şaredariyê heya Qesra Edaletê meşiyan. Partiya Komunîst û Sosyalîstên Fransa û Sendîkaya Xebatên Giştî jî piştgirî dan meşê, sosyalîstên Tirk ên ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê li bajarê Nancy ê Fransa 10 roj in di greva birçîbûnê de ne jî tevlî bûn. Di meşê de belavokên berxwedana Kobanê vedibêjin jî hatin belavkirin. Meş li ber Qesra Edaletê bi dawî bû.