Li bajarê Grazê Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê DKTM-Grazê ve hat amadekirin bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan ve li Grîsenplatzê hat pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê DKTM-Grazê ve hat amadekirin bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan ve li Grîsenplatzê hat pîroz kirin.
Li bajarê Grazê yê Avusturyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd a Grazê ( DKTM) ve li Grîesplatzê di saet 17:00’an de bi tevlêbûna Kûrdîstaniya û dostê wan ve Newroz hat destpêkir.
Di pîrozbahiyê de li ser girîngî û wateya Newrozê axaftin hate kirin, di axaftinan de hat diyarkirin ku wê bi rihê Newrozê ve faşîzma AKP-MHP’ê têkbibin.
Her wiha di pîrozbahiyê de bi stranên Koma Hawar ve welatiya li dora agirê Newrozê govend gerand. Di pîrozbahi de banga beşdariya şeva Newrozê ya ku roja Şemiyê wê were lidarxistin hate kirin. Pîrozbahî bi dûrişman ve bidawî bû.