Li Babê şerê di navbera hêzên Tirk û hêzên rejîma Sûriyeyê de didome
Li rojavayê Babê di navbera hêzên Tirk û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer didome.
Li rojavayê Babê di navbera hêzên Tirk û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer didome.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, li gundê Ebû Zîndîn ê bi 6 kîlometreyan li rojavayê Babê ye, di navbera leşker û çeteyên Tirkiyeyê û hêzên rejîma Sûriyeyê de bi çekên giran şerekî dijwar diqewime.
Tê gotin ku 2 leşkerê rejîmê hatine kuştin û cenazeyên wan jî ketiye destê leşker û çeteyên Tirkiyeyê. Her wiha hat ragihandin ku wesayîtek zirxî ya tîpa BMB a hêzên rejîma Sûriyeyê jî hatiye îmhakirin.