Li Aydinê girtin parlementerên HDP’ê hate protestokirin

Li Aydinê girtina Hevserokê Giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag û parlemeteran hate protestokirin.

Li Koşe ya navçeya Aydinê girtina Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementeran bi daxuyaniya çapameniyê ya li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Koşeyê hate protestokirin. Tevî jimara gelek a polîsan û wesayîtên zirxî ya di dema daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin bal kişand jî dirûşmên “Zext nikarin me” û “AKP xwe şaş neke, dest nede vîna me” qîr kirin.

Li ser navê girseyê Zinar Adibellî daxuyanî xwed û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê serkeftina HDP’ê ya di 7’ê Hezîranê de hezim nekir û di mîtînga wan de bombe teqand. Piştre jî siyasetmedarên Kurd girtin. Herî dawî bi girtina hilbijirên HDP’ê li dijî vîna gele darbe kirin.”

Piştî çalakiyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.