Li Aydinê çar jinên HDP'yî tazî kirin û ser wan seh kirin

Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê ji bo ku ser çar jinên HDP'yî tazî kirine û ser wan seh kirine helwest nîşan da.

Platformê Piştevaniya Jinê ya Aydinê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir 14'ê Sibatê li Aydinê polîsan 4 jinên HDP'yî tazî kirine û wiha ser wan seh kirine.

Platromê got, ''Rêbaza tazîkirin û sehkirinê van deh salên dawî hem dema destgîrkirinê û hem li girtîgehan weke rêbaza êşkenceyê dîsa berbelav bûye.''

Platformê got, ''Sehkirina ser mirovan a bi rengê tazîkirinê êşkence û sûc e. Em hemû pêkhatên Platforma Piştevaniya Jinê ya Aydinê di lêgerîna heqiyê de li cem hevalên xwe ne. Em jin em ê ti caran tenê nemeşin.''