Li Awûstûryayê wê sibe ji bo Ocalan mîtîngek bê lidarxistin

Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, wê sibe ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngekê lidar bixin.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Awûstûryayê bang li Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn kirin, ku ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Awûstûryayê Osman Ayaz di daxuyaniya xwe de got, "Em ji dost û dijmin re radigihînin, ku heta agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê meydanê vala nehêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi vê bîr û baweriyê bi awayekî çalak tevlî çalakiyan bibe."

Ayaz got, "Wê sibe li ber Parlamenta Awûstûryayê mîtîngek were lidarxistin û em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Mîtînga li Viyanayê wê sibe saet di 17:00 de dest pê bike.