Li Awûstûryayê panela 'dest nede îradeya min'

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê panela "Dest nede îradeya min; têkoşîna li dijî qeyûman wezîfeya me ye" pêk hat.

Bi banga Platforma Demokrasiyê ya Awûstûryayê di 5'ê Cotmehê Şemiyê de panel pêk hat û Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn bi rêya Skype beşdar bû.

Hevşaredar anî ziman ku tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP'î darbeya li dijî demokrasiyê ye û got, "Yên ku ji wan heye bi girtinê em ê ji rêya xwe vegerin xwe dixapînin."

Ji qisekeran parlamenterê serdema 26'an ê HDP'î Ziya Pîr bi pirsa "Kurd çi dixwazin?" dest bi axaftinê kir.

Pîr bal kişand ser girîngiya parastina nasnameya Kurdan û tevlîbûna wan li rêveberiyê û anî ziman, di 7'ê Hezîranê de eşkere bû ku HDP dikare bibe hevparê desthilatdariyê ku vê nêrînê bi xwe desthilatdariya AKP'ê xiste nava panîkê. Li gorî Pîr desthilatdariya AKP'ê hilbijartin qebûl nekir û dest bi darbeya siyasî kir.

Di panelê de her wiha Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Zîrek û rojnamevanê sosyalîst Max Zîrngast axivîn û qala pêvajoya darbeyê kirin.