Li Avusralya û Japonyayê bo Kobanê çalakiya rûniştinê
Li Avusralya û Japonyayê bo Kobanê çalakiya rûniştinê
Li Avusralya û Japonyayê bo Kobanê çalakiya rûniştinê
Êrîşên DAIŞ’ê li her derê ji aliyê Kurdan ve tê protestokirin. Li bajarê Sydney a Avusturalyayê û bajarê Chîba a Japonyayê Kurd xwedî li berxwedana Kobanê derketin.
Li Chîba a Japonyayê li ber nûneriya Neteweyên Yekbûyî nêzî 20 Kurdî çalakiya rûniştinê pêk anîn. çalakiya ku ji duh de pêk tê bi rayedarên NY’ê re hevdîtinek pêk hat. Kurdan daxwazên xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku demildest mudaxaleyî êrîşên li ser Kobanê bikin. Çalakî wê sibê jî bidome.
Kurdên li Sydney a Avusturalyayê dijîn li ber parlametnoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. çalakiya ku di saetên sibê yên zû de destpê kir li ber avahiya Chanel 7 medya heta êvarê berdewam kir.
Komeke ciwanên kurd li Sydney bi ser buroya wezîrê Karê Derve yê Avusturalyayê Tanya Plîberbesek girt û daxwaza alîkariya lezgîn kir.
Rayedarên Komeleya Kurd ya Sdyney diyar kirin ku wê greva birçîbûnê bidin destpêkirin.