Li Avîgnonê merasîma bîranîna şehîdan
Li bajarê Avîgnon ê Fransayê, ji bo bîranîna Şehîdên Cotmehê civîneke gel hate lidarxistin.
Li bajarê Avîgnon ê Fransayê, ji bo bîranîna Şehîdên Cotmehê civîneke gel hate lidarxistin.
Di civînê de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de ji bo bîranîna hemû şehîdên meha Cotmehê deqeyek rê hate girtin.
Siyasetmedarê Kurd Şenol Han piştre axivî û got, "Xeta berxwedanê ya hevrê Bêrîtan, şoreşa zîhnî, felsefî û îdeolojîk a jinên Kurd ên azad afirand û veguherî rizgariya gelên Rojhilata Navîn. Yê ku bi ser ket Rêbertî û xeta wî ya îdeolojîk e. Hevrê Bêrîtan li dijî teslîmiyet û xiyanetê bû sembola berxwedanê. Her wiha bû fermandara manîfestoya jiyana azad a jinê. Xeta berxwedanê ya jinên azad ku îro li Rojhilata Navîn li ber xwe dide, bi vê seknê re ji bo gelan bû hêviya mirovahiyê."