Li Atînayê şeva ji bo kampa Lavrîoyê
Ji bo piştgirî ji kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê were dayin şevek hate lidarxistin. Kurdistanî, anarşîst û sosyalîst tevlî şevê bûn.
Ji bo piştgirî ji kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê were dayin şevek hate lidarxistin. Kurdistanî, anarşîst û sosyalîst tevlî şevê bûn.
Di şevê de ku li Voks a li herêma Ekserkiya ya Atînayê pêk hat, siyasetmedarê Kurd Kendal Semsûr axivî.
Semsûr bal kişand ser rewşa kampa Lavîroyê û bûyerên siyasî yên li Kurdistanê diqewimin nirxand.
Piştre siyasetmedarê Kurd Sedat Bîtlîs peyivî.
Bîtlîs işaret bi nêrîna modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku li Kampa Lavrîoyê jiyana Kurdan a xwe dispêre hêza xwe û sekna rêxistinbûyî didome.
Bîtlîs anî ziman ku wê ji vê rewşê tawîzê nedin û got, "Biryar hatiye dayin ku Lavrîo bê girtin. Dibe ku ev biryar rê li ber zext û zordariyê veke. Lê belê me serî netewand, em ê serî netewînin. Em bang li hemû hevrê û dostên xwe dikin ku piştgiriyê bikin."
Personelekî tenduristiyê yê Yewnan jî li şevê axivî û diyar kir ku ambargo li ser kampê heye. Kesê navborî anî ziman ku bi rêya birçîbûnê hewl tê dayin ku mirovên li kampê dijîn bên terbiyekirin û got, ew ê vê rewşê qebûl nekin.
Piştre ciwanekî Yewnan axivî û destnîşan kir ku hêzên Kurd û felsefeya PKK'ê nîşanî wan dane ku divê berxwedana li dijî faşîzmê çawa be.
Şev bi gerandina govendê qediya.