Li Atînayê rojbûna rêzdar Ocalan hate pîrozkirin

Li Qampa Lavrîonê ya bajarê Atînayê bi tevlîbûna sedan ciwanan û endamên TJK-E’yê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin û dar hatin danîn.

Li Qampa Lavrîonê ya bajarê Atînayê bi tevlîbûna sedan ciwanan û endamên TJK-E ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Şêniyên Qampa Lavrîonê bi alayên PKK, KCK,YPG,YPJ, PYD û bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo", " Bê serok jiyan nabe", " Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî berxwedana Efrînê", "Terorîst Erdogan", "Jin jiyan azadî", "Dewleta dagirker ji Kurdistanê derkeve", û "Yek e, yek e yek e Kurdistan yek e"  hat berzkirin.

Piştî meşê ji bo pakrewanên şoreşê bi sirûda Çerxa Şoreşê rêz hat girtin û li ser navê jinan Xatûn Amar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Bi saya paradîgmaya Rêber Apo ya jinê, me jinan jiyanek nû afirand. Em li ser navê jinan 69’emîn rojbûna RêberApo pîroz dikin."

Piştî axaftinan dar hat danîn û çalakvan bi tilîlî û dirûşmeyan ber bi qampa Lavrîonê meşiyan.