Li Armûtlû 50 hezar kes dimeşin
Li Armûtlû 50 hezar kes dimeşin
Li Armûtlû 50 hezar kes dimeşin
Gelê Armûtlû li dijî komkujiya polêsan bi saetan de dimeşe. Nêzî 50 hezar kesan cenazeyê comert ji nexweşxaneyê girtin û anîn mala wî.
Li Armûtlûya Antakyayê, cenazeyê Abdûllah Comert ê ji aliyê polêsan ve di xwepêşandana piştgiriya Taksîmê de hat kuştin, ji aliyê dehhezaran kesî ve hat wergirtin û birin mala wî.
Ji ber zêdebûna girseyê, beşek ji gel li ber mala Comert û beşek jî li meydana Armûtlûyê rawestiyan.
Di nava dorpêça jenderme, robokop û polêsên taybet de girseya gel dirûşma "Dewleta kujer wê hesab bide" diqîre û meşa xwe dewam dike.