Li aqûbeta Giyasettîn Oduncu hate pirsîn

Xizmên kesên ku di şer de hatine nebedîkirin û parezvanên mafê mirovan li Amedê lêgerîna xwe ya dadmendiyê domand. Vê heftiyê çîroka Giyasettîn Oduncu hate vegotin.

 Xizmên Nebedîkiriyan vê heftê li aqûbeta Giyasettîn Oduncu pirsîn. Hate gotin ku Oduncu ji sala 1995'an vir ve agahî jê nayê standin û xwestin parêzvabên mafên mirovan ên li Stenbolê hatine binçavkirin serbest bên berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Nebedîkiriyan li Amedê aqûbeta welatiyên hatine windakirin pirsîn. Di çalakiya de ku 439 hefte li dû xwe hişt de, hate xwestin  aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin were zelalkirin û kujer bên darizandin. Çalakî ji ber Rewşa Awarte li avahiya ÎHD'ê  pêk hat û vê hefiyê parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadaya Stenbolê hatin binçavkirin jî nehatin ji bîrkirin. Welatiyan vê heftê aqûbeta Giyasettîn Oduncu yê di sala 1995'an de li Amedê hatibû nebedîkrin pirsîn.

‘ÊDÎ BES E’

Berdevkê Herêmê yê ÎHD'ê Abduselam Înceoren da zanîn ku ew bi salan e li kesên ku hatine nebedîkirin digerin, haya dewletê ji nebediyan heye, lê heta niha wan tu agahî ji welatiyên winda kirine negirtiye. Înceoren piştrast kir ku tenê goreke wan jî li holê tune û wiha axivî: "Êdî bes e. Bila goreke ku malbat biçe ser hebe."

VEDAT AYDIN HAT BIBÎRANÎN

Înceoren destnîşan kir ku ew ê li kesên ku hatine nebedîkirin bigerin û bi wesîleya salvegera mirina Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin ew bi bîr anîn. Înceoren da zanîn ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de Aydin hatiye qetilkirin û wiha axivî: "Polîsan Aydin ji malê girtin birin û di 7'ê Tîrmehê de ew qetilkirin. Aydin jî parêzvanekî mafên mirovan bû."

AQÛBETA GIYASETTÎN ODUNCU

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin da zanîn ku di sala 1995'an d Giyasettîn Oduncu hatiye nebedîkirin, ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin û ev tişt got: "Oduncu li gundê Şimşimê ya Hezroya Amedê dima. Zewicî bû û 3 zarokên wî hebûn, di sala 1986'an de ji bo bibe cerdevan zext li wî kirin. Di sala 1992'yan de koç kir. Di sala 1995'an de ji hevjîna wî re gotin ku dê bi hevalê xwe re biçe ser golê û careke din agahî jê nehat girtin. Piştî 6 mehan 2 polîs hatin malê û ji hevjîna wî pirsa wî kirin, hevjîna wî diyar dike ku ew tu agahiyan jê nagirin, li ser vê dibêjin here li Adapazarê wî bigire. Malbat li ser vê agahiyê diçe miduryeta polîsan û li wir dibêjin ku delîleke wina di destê wan de tune."

Piştî daxuyaniyê malbatan 5 deqan çalakiya rûniştinê pêk anî.