Li Amsterdamê Şehîdên Komkujiya Helebce hatin bibîranîn
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, kesên ku di komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranin.
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, kesên ku di komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranin.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Amsterdamê pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn.Di civînê de bal hat kişandin ser rola gelek dewletan ya di qetlîama Helepçe de ku bi emrê Saddam Hûseyîn hatî kirin. Kurdistaniyên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.Di merasîmê de sînevîzyonek di derbarê qetlîamê de hate nîşandan.
Hevserokê Giştî yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Amsterdamê Engîn Yurtsever axivî û got; "Helebce yek ji wan qetlîaman e ku gelê Kurd bi hezaran sal e pê re rû bi rû maye. Lê belê bi rêxistinkirin û tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev dem derbas bû. Îro jî bihêztir û bi biryardari ber bi azadiyê ve diçe. Wê hesabê hemû sûcên ku dijî Kurdan hatine kirin were pirsîn."
Siyastemedar Hikmet Ankara jî di civînê de axivî û got; "Di destpêka vê qetlîamê de rola dewleta Tirk heye. Dewletên emperyalîst yên ku piştgirî dane vê qetlîmê û bûne hevkarê sûc bêdeng dimînin."
Siyasetmedarê Kurd Ciwan Dep jî axivî û diyar kir ku qirkirina Helebce yek ji sûcên mirovahiyê ye û wiha got; "Li dijî zihniyeta dijmin, nebûna yekitiyek di nava Kurdan jî sedemek din ya vê qetlîamê ye."
Dep balkişand ser polîtikayên îro yên PDK'ê û wiha got; "Polîtikaya ku îro PDK dike xizmetê ji heman zihniyetê re dike. Rewşa ku niha em tê de ji şerê Birakujî zêdetir, şerê Îxanetê ye."
Dep got pêwîst e Yekitiya Netewî çêbibe û wiha got; "Rêya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dişopîne, di despêkê de Rojhilata Navin jî di nav de ji bo hemû gelan weke kilîlekê ye."
Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.