Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Amedê roja 33’an: AKP hildiweşe, berxwedanê geştir bikin!

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman di roja 33’an de ye. Di çalakiyê de axaftin hate kirin û hate gotin ku AKP di dema belavbûnê de ye û berxwedan serketinê tîne.

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînkê 33 rojin didome. Îro jî li Amedê bi sedan endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên saziyên civaka demokratîk li Kolana Liseyê di roja 33’an de çalakiya Nobeda Demokrasiyê berdewam kir.

Di nobedê de pankartên "Qeyûm wê biçin emê bimînin", “Bi berxwedanê biçin serkeftinê" “Hevserokatî Xeta me ya Xemrî ye" û “Qeyûm koletiyê, Têkoşîn azadiyê pêş dixe" û "Vîna xwe biparêze" vekirin. Girseyê dibin dorpêça polsîan, toma, wesayîtên polîsan de û li hember gefên polîsan bi berzkirina diruşman û stranan sekna xwe da nîşakirin û çalakiya xwe berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn Musa Anter bibîr anîn.

TAŞÇIER: AKP DI PÊVAJOYA BELAVBÛNÊ DE YE

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier got tevî 33 roj bi ser tayînkirina qeyûman re derbas bû lê hêjî hinceta partiya desthilatdariyê nehatiye eşkere kirin û wiha domand; “Li her derê Tirkiyeyê li dijî qeyûm nerazîbûn heye. Bi qeyûman hûn nikarin serê pirsgirêkekê bigrin. Heta doza Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê. Heta ev partiyên xwedî hişmeniya qirêj dawî li siyaseta qirêj neînin li Tirkiyeyê ti pirsgirêk nayê çareser kirin. AKP di pêvajoya çareserî-belavbûnê de ye. Di rewşekî wiha de jî di dijminahiya li dijî Kurdan de bi israr in.”

DOGAN: TEROA BINGEHÎN EV E

Li ser navê tifaqa Kurdistanê Sedat Dogan qala Komkujiya Dersim, Serhildana Şêx Seyîd, Dadgehên Şark Îslahetê û Serhildana AgiriYê kir û got ji demê Komarê ve li dijî qeyûman têdikoşin. Dogan diyar kir ku her daxwazên Kurdan tê krîmînalîzekirin û pêkanînên dij mirovahiyê yên li dijî van daxwaz tê kirin teror e.

‘QEYÛM 37 KOMELEYÊN JINAN GIRT’

Parlementera Amedê Dersîm Dag di daxuyaniyê de axivî û got; "Di roja 33'emîn ya berxwedana xwe de em bangî we dikin. Beriya vê jî qeyûm tayînî şaredariyan hatibûn kirin, ez dixwazim bahsa çend 'xizmetên' kirine bikim. Qeyumê 37 komeleyên jinan girtin, naveroka navendên çand û hunerê yên ciwanan hatin guherandin û girtin. Herwiha Navenda Çand û hunerê ya Cigerxwîn dewrî saziya dewletê (Halk Egitîm) hat kirin. Gelek cih û komeleyên jinê jî bi heman awayî dewrî alîgirên AKP’ê hatin kirin. Kesên ku zimanê Kurdî weke waneyek bijarte li dibistanan kirin nav pergala perwerdeyê û dibêjin em bi zimanê dayîkê perwerdeyê didin, heman kesin ku cihê perwerdeya zimanê Kurdî girtin e. Bi van re qeyûm avêtin ser Îrade, werzîş, çand û hunera Kurdan. Yên ku ji navê Amed Spor aciz bûn daxwaz kirin ku navê wê biguherînin, dema ku Amed Spor ev qebûl nekirin di warê aborî de tengav kirin.”

Dersim bi diruşma “Amed Ya Me ye”, “Pasur Ya Me ye”, dawî li axaftina xwe anî. Piştî daxuyaniyê girse 10 deqeyan rûniştin û belav bûn.