Li Amedê Nobeta Demokrasiyê di roja 47'an de ye

Li Amedê Nobeta Demokrasiyê li dijî dagirkeriya qeyûm ev 47 roj in didome.

Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya Yûlcû tevlî Nobeta Demokrasiyê ku di roja 47'an de didome bû û ev tişt got: "Divê ku AKP bi dawî bibe û biçe. Ji bo ku ev yek bi têkoşînê pêk were em jî îro li virin."

Nobetên demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibûn destpêkirin, di roja 47'an de didomin. Parlamenterên HDP'ê, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û gelek kes tev lî Nobeta Demokrasiyê ya Amedê ya li kolana Lîseyê tê lidarxistin, bûn. Endamên Lîjneya Navendî ya Egîtîm Sen'ê û rêveberên şaxên wê yên bajar jî piştgirî dan nobetê. 
 
Nobetê bi çepik û dûrişmeyan dest pê kir. Paşê jî daxuyanî hat dayîn. Destpêkê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik axaftinek kir û diyar kir ku heta ku bi serkevin dê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser navê partiyên kurdistanî jî Sedat Dogan axivî û ev tişt got: "47 roj in em ji bo edalet û azadiyê li vir in. Dema ku li dorîkê bê nêrîn dê bê dîtin ku 100 sal in polîtîkayên qeyûm tên berdewamkirin."
 
'DAWIYA AKP'Ê NÊZ BÛYE' 
 
Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya Yûlcû jî di nobetê de axaftinek kir û ev tişt anî ziman: "Di darbeyekê de çi tişt pêk bên, hemû pêk hatin. Lê êdî diqede. AKP li derve û hundir êdî nikare tu polîtîlayê bimeşîne. AKP bi polîtîkayên xwe ber bi dawîbûnê dibe. Li gel hemû êrîşên li hemberî mafên demokratîk em îro li virin. Em helw didin mafên xwe yên aştiyane bi kar bînin. Em ji bo vê yekê jî têkoşîn didin. Divê ku AKP bi dawî bibe û biçe. Ji bo ku ev yek bi têkoşînê pêk were em jî îro li virin."
 
Nobet, piştî daxuyaniyan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.