Li Amedê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê hate dayîn

Li hemberî desteserkirina şaredariyan li Amedê Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Di nobetê de nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriya dewleta Tirk hate nîşandan.

Rêxistina HDP'ê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, di roja 51'an de dewam kir. Çalakiyê, li Kolana Lîseyê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dewan kir. Hevşaredar, parlementerên HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aşitiyê, Partiyên Îttîfaka Kurdistanî û gelek welatî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Girsê gef û planên operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ku dixwaze li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixe şermezar kir û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Rojava wê ji Tirkiyê re bibe goristan" berz kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, bal kişand ser planên operasyona leşkerî ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Dîsa di rojevê de şer û kuştin heye. AKP û MHP di aliyê aborî û hiqûqê de qediyaye. Tiştekî bide civakê tune ye. Ji bo berjewendiyên şexsî şer geş dike. Heta îro me çawa aştî parast, em ê dîsa aştiyê biparêzin. Ne dengê tang û topan, wê dengê aştiyê bi ser bikeve.

Li ser navê Dayikên Aşitiyê Ferha Akbûlût tayînkirina qeyûman a şaredariyan bi bîr xist û wiha got: "Me şaredariyên xwe bi dest xistin lê heq, hiqûq, edalet tuneye. Dayikên ku aşitî dixwestin xwestin biçin Enqereyê. Lê destûr nedan biçin Enqereyê. Em wê şermezar dikin." Akbûlût operasyona li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û got: "Em vê neheqiyê û heqaretê qebûl nakin. Bijî Berxwedana Rojava."

Piştre rêveberê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ê Amedê Fedayî Akar derbarê nobeta demokrasiyê ya ku di roja 51'an de wiha axivî: "Em bang li hemû saziyên sivîl ên civakî dikin. Werin em bibin yek berxwedana xwe mezin bikin. Em dîsa feraseta qeyûmê têk bibin.  Ez ji AKP'ê dipirsim çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye. Li fezayê bibêjin destkeftiyên Kurdan hene hûn ê bi lez û bez mudahaleyî wê derê jî bikin. Dev ji dijminiya Kurdan berdin. Hemû dinyayê têkoşîna Kurdan ya li hemberî DAÎŞ’a barbar, hov û tecawizkar dît tenê we nedît. Dîrok we efû nake. Em ji Amedê careke diqîrin, ji ber ku em mafdar in em mafê xwe dixwazin."