Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke civakî jiyaneke wekhev û azad" dest pê kir. Qada Statsyonê ku mîtîng lê tê lidarxistin bi alayên partiyê hat xemailandin û pankartên "1'ê Îlonê aştî ye", "Em li ber şeran radibin, em jin aştiyê dixwazin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Tu jî ji bo aştiyeke birûmet rabe ser xwe", "Şewitandian daristanan polîtîk e", "Dîsa jin, dîsa jiyan" û "Jin temînata aştiyê ye" hatin vekirin.
JIN BI MEŞÊ KETIN QADA MÎTÎNGÊ
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û parlementer Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal û jinên TJA'yî bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" û "Azadî ji bo jinên girtî" ber bi qadê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin, jiyan, azadî" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.
Gel di du noqteyan re dikeve qada Stasyonê. Li qadê noqteyê lêgerîn heye. Polîsan nehişt rojnamevan pênûsên xwe yên ji bo nîşegirtinê bi xwe re bibin qadê. û
Tevî hemû astengiyan jî ji heft saliyan heya heftê saliyan her kes diçe qada mîtîngê. Li qadê dirûşmeya "Pêşengê aştiyê li Îmraliyê ye" hat berzkirin.
Li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.Girseyê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanan dirûşmeya "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.
Di dema berzkirina dirûşmeyan de polîsan dengê pergala deng bilind kirin.
Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Şahîn girseyê silav kir û got: "Me dixwest em li vir tiştên xweş bibêjin, lê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê canê xwe didin. Girtiyên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê."
Piştî axaftinê parlementerên herêmê yeko yeko gel silav kirin.
‘GELÊ KURDISTANÊ SED SAL IN JI BO JIYANA AZAD LI BER XWE DIDE’
Paşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk di serî de Dayikên Aştiyê û bi giştî hemû beşdaran silav kir. Ozturk ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, got: "Ger li welatekî azadî û aştî hebe, wateya 1'ê Îlonê jî mezin e."
Ozturk bal kişand ser dîrokçeya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê û got: "Di vî şerî de mirovahî winda kir. Ji bo bi qîmeta aştiyê bê zanîn ev roja hat îlankirin. Li Kurdistanê sed sal in gelê me ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide. Vî 50 salên dawî gelê Kurd dizane ku her cara firsend bi destê birêz Ocalan ketiye tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn hêviyên mezin çêbûne. Lê AKP-MHP ji bo vê hêviyê tune bike, tecrîdê kûrtir kir. Ji ber ku dijminê demokrasî û aştiyê ne tecrîdê kûr kirin. Newroza 2013'an a Amedê tê bîra her kesî. Di Newroza 2013'an de Abdullah Ocalan peyama xwe da. Pêvajoya aştiyê dest pê kir. Kurd, Tirk, Laz û Çerkes hemû gelan jiyanê dît. Îro krîza aborî dest pê kiriye. Sedema vê krîzê şer e. Sedema bidawîbûna demokrasiyê şerê li hemberî Kurdan e. Ji bo ser feraseta xwe ya faşîst û polîtîkayên xwe yên qirêj bigirin li dijî Kurdan dest bi şer kirin."
Ozturk bilêv kir ku lê Kurd bi şer, kuştin û êşkenceyê naqedin û got: "Divê aştiyeke birûmet bê Tirkiyeyê. Tekane çare ev e."
'BI DESTÊ AŞTIYÊ YÊ RÊBERÊ GELÊ KURD BIGIRIN'
Ozturk wiha domand: "Îro ramanên birêz Ocalan li seranserê cîhanê belav bûne. Birêz Ocalan li dijî van faşîstan li ber xwe dide. Me ji bo aştiyeke birûmet daye ser vê rêyê. Me gelek bedêl dane, lê heya em azad bibin em ê bedêlê bidin. Meseleya Kurd îro ne Tirkiyeyê, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Îro sedema ku hûn nikarin annekî bibin malê, ev feraseta faşîst e. Bi destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Ger hûn bi wî destî bigirin, wê aştî çêbibe. Em ê ji bo aştiyeke birûmet heya dawiyê bitêkoşin."
Mîtîng bi axaftina Hevberdveka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê didome.