Li Amedê kamyon li xwendekaran qelibî:1 mirî 2 birîndar
Li Amedê kamyon li xwendekaran qelibî:1 mirî 2 birîndar
Li Amedê kamyon li xwendekaran qelibî:1 mirî 2 birîndar
Li Amedê kamyonek li xwendekarên ku xwestin derbasî aliyê din ê rê bibin qelibî. Di qezayê de Esma Karaaslan a 18 salî jiyana xwe ji dest da, Kevser Îrem Seyîtoglu ya 17 salî û Şîlda Gul a 18 salî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, qeza îro danê êvarî li ser rêya Amed-Elezîz pêk hat. Xwendekarên Lîseya Yolalti ya Meslekî û Ticaretê a li ser rêya Elezîzê, Esma Karaaslan, Kevser Îrem Seyîtoglu û Şîlda Gul, dema ji dibistanê derketin ji bo li benda otobusê bimînin xwestin derbasî refuja navîn a rêya ku ji ber xebatê yek şerîta wê tê bikaranîn bibin. Di wê navberê de kamyona bi plakaya 21 DR 513 a ajokarê wê A.K li xwendekaran qelibî. Di qezayê de Esma Karaaslan, Kevser Îrem Seyîtoglu û Şîlda Gul birîndar bûn.
Ji birîndaran Esma Karaaslan, dema dibirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Du xwendekarên din ên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl.
Ajokarê kamyonê A.K. hat binçavkirin.