Li Amedê êrîşa polîs û hîzbîkontrayan: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Amedê êrîşa polîs û hîzbîkontrayan: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Amedê êrîşa polîs û hîzbîkontrayan: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Amedê piştî gel daketin qadan alîgirên hîzbullahê li gelek deveran bi çekan êrîşî gel kirin. Di êrîşa hîzbullahiyan de welatiyek jiyana xwe ji dest da û di nava wan de rojnamegerek jî heye zêdetirî 10 kes birîndar bûn. 4 birîndar ji ber ku ambulans nikarîbû bihata wan birin mizgeftê.
Li Amedê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji duh ve gel li kolanan e. Komeke alîgirên hîzbullah li gelek deveran bi çekan êrîşî gel kirin. Alîgirên li Rezanê li 2 noqteyan, li Sûrê taxa Xançepekê êrîş kirin. Di van êrîşan de welatiyek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bû.
Li Taxa Şeyh Şamîlê komek hîzbullahî bi çefteyên bipompe êrîşî çalakiya gel kirin. Di vê êrîşê de nêzî deh kes birîndar bûn. 4 birîndar ji ber ku êrîş berdewam dikir û ambulans nikarîbû bihata birin Mizgefta Muhammediyeyê. Biriîndar hê jî li mizgeftê tên girtin.
Êrîşkarên ku ketin avahiyeke li taxê ji hêla gel ve avahî hat dorpêçkirin. Di vê navberê de kesên ku ketin nava malê bi çifteyên bipompe gel gulebaran kirin. Di vê êrîşê de nûçegihanê Gelê Kurdistan TV Rojhat Dogru û 3 zarok birîndar bûn.
PiştÎ vê êrîşê di nava gel de hin kes bi çekan gule bera avahiyê dan. Balkêşe ku polîsek jî li derdorê tunebû, lê belê li ser gel helîkoptera polîsan difiriya.
Alîgirên hîzbullah li cihê ku êrîşî gel kir yek jê navçeya Sûrê bû. Li taxa Xançepekê ku ji serê sibê de çalakî lê tê lidarxistin de komeke derketin ser banê HAT-DER'ê û kevir avêtin welatiyan. Gel jî bi keviran bersiv dan êrîşa koma êrîşkar. Vê carê koma êrîşkar gel gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyê 55 salî Mahmut Enez ê ji Dêrikê ye bi cisma ku li stuyê wî ket bi giranî birîndar bû. Enez bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Enez di rê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Venî Vîdî.