Li Amed û Antalyayê girtin, li Enqereyê binçavkirin

Li Amedê dayîk û kurê xwe û li Antalyayê jî endamekî HDP’ê hatin girtin. Li Enqereyê jî 5 kes hatin binçavkirin.

Operasyonê qirkirina siyasî ya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd û demokratan didome.

AMED

Li gundê Mişrîfê yê Licê ya Amedê leşkeran duh êvarî avêtin ser gund û Sakîne Bozkûş (67) û kurê wê Ahmet Bozanli hatin girtin. Hat ragihandin ku Sakîne Bozkûş ji ber ku di sala 2012’an de beşdarî mîtîngekê bûye doz lê hatiye vekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birrîn. Sakîne Bozkûş şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û kurê wê jî şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.

ANTALYA

Endamê HDP’ê Mûhîttîn Kaya duh dema ji Edeneyê diçû Antalyayê li ser rê di benda kontrolê de hate binçavkirin. Mûhîttîn Kaya berê ji ber dozekê li wî dihat gerandin û bi sûcdariya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê.

ENQERE

Çalakiya Nûriye Gulmen û Semîk Ozakça ya greva birçîbûnê di roja 255’an de didome û çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Rêya Yukselê jî di roja 375’emîn de domiya. Polîsan li vê derê 5 çalakvan binçav kir.