Li Amed û Îzmîrê li aqûbeta ‘kesên winda’ hate pirsîn

Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta kesan pirsîn ên ku dewletê ew winda kirine.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi slogana “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 462’an de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û li aqûbeta 6 endamên malbata Işik pirsîn yên ku li Mezra Mirik a Dêrsimê hatin binçavkirin û windakirin. Di 23-24'ê Îlona 1994'an de ji malbata Işik, Hidir Işik (63), Hatûn Işik (31), Yeter Işik (22), Elîf Işik ( 29), Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn, (34) û Dîlek Serîn a 3 salî hatibûn binçavkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. Li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê prz. Hasan Yalçin axivî û li aqûbeta windayan pirsî.

Yalçin, anî ziman ku li Mezraya Mirik ji 3 malbatan 6 kes hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Li Mezraya Mîrikê leşkeran operasyon pêk anî. Ji ber operasyonên heyî hemû malbatan koç kiribûn û tenê malbata Işik û Serîn mabûn. Leşkeran di 23-24'ê Îlona 1994'an de dîsa bi ser mezrayê de girt û ji malbata Işik û Serîn Hidir Işik (63), Hatûn Işik( 31), Yeter Işik (22), Elif Işik (29), Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û zaroka 3 salî Dîlek Serîn binçav kirin û winda kirin. Piştre agahî ji wan nehat girtin. Yalçin, diyar kir ku xizmên wan serî li hemû rayedar û saziyên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexistin.

ÎZMÎR

Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 411'an de li aqûbeta windayan pirsî. Endamên ÎHD'ê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê li hev civiyan, saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û aşkera kir ku di salên 90'î de hin mirov ji mal, kargeh û gundên xwe hatin girtin windakirin û ev tişt got: "Gelek ji wan hatin qetilkirin. Hêj gelek kes aqûbeta wan nayê zanîn û goreke wan jî tune." Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn û hat diyarkirin ku Taşkaya di sala 1993'yan de li navçeya Sêweregê ya Rihayê hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin.

Çîçek destnîşan kir ku Taşkaya li navçeya Sêweregê destpêkê karê înşaetê kiriye û piştre rewşa wî baş bûye, dest bi karmendiyê kiriye û ji dewletê îhale girtine, piştî demekî bi îdiaya "Bi PKK'ê têkiliya wî heye" ew îxbar kirine û wiha pê de çû: "Di 6'ê Kanûna 1993'yan de, leşker bi ser mala Sûltan Taşkaya de digirin, polîs û cerdevan Huseyîn Taşkaya binçav dikin. Di nav ekîba serdagirtinê de birayê Sedat Bûcak, Ahmet Bûcak jî heye. Di gengeşiya li ber çavê her kesî pêk hat de, li kuçeyê milê xwişka Sûltan Taşkaya, Zelîha Çinar şikandin. Endamên malbatê dema li dijî binçavkirina Huseyîn Taşkaya derketin, gefên 'Heke hûn bernedin em ê we jî binçav bikin' li malbatê xwarin. Hemû serlêdanên malbatê yên der barê Taşkaya de bê encam man."