Li Amed, Enqere û Îzmîrê gelek kes hatin girtin û binçavkirin

Li Amedê 10 kes hatin girtin. Li Enqere û Îzmîrê jî gelek kes hatin binçavkirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk didomîne. Li Amedê 10 siyasetmedarên Kurd hatin girtin, li Enqere û Îzmîrê jî gele kes hatin binçavkirin.

AMED

Roja 12'ê Mijdarê li navçeya Bismil a Amedê, di operasyoneke dijî siyasetmedarên Kurd de 30 kes hatibûn binçavkirin.

Siyasetmedarên Kurd ên 12 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hatin hiştin, birin Edliyeyê. Piştî girtina îfadeyên wan, Şaredarê Bismilê Hadî Çelîk, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Fehîme Efe û Hatîce Elma, Alîkarê Hevşaredarên Bismilê Şeyhmûs Aydin, Hevseroka berê ya DBP'ê ya navçeyê Celîle Kaplan, rêveberê DBP'ê yê Bismilê Sûat Karagoz, Hevserokê MEYADER a bi biryarnameyê hate girtin Mûstafa Kûrt û rêveberên berê yên DBP'ê yên Bismilê Nesîm Balta, Mûstafa Sari û Hamdûllah Ekîncî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Dadgeha Tirk, 10 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" girt.

Celîle Kaplan, Fehîme Efe û Hatîce Elma şand Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê. Yên din jî şand Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê.

Der barê 20 kesên mayî de agahî nehat bidestxistin ku çend kes hatine berdan û çend kes hê di binê çavan de ne.

ENQERE

Li Enqereyê jî polîsan serê sibehê avêtin ser malên xwendekarên Zanîngeha Enqereyê û  xwendekarên mezûnbûyî kirin binçavan. Piştî kontrola tenduristiyê xwendekar birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Operasyon hê didome.

Kesên hatine binçavkirin ev in: Alîcan Sut, Îlkyaz Gençdal, Yusuf Şîrîn, Mehmet Salîm Ozer, Ozgur Yaldiz, Vedat Pekgenç, Hakan Cîn, Ahmet Tîrêj Kaya, Cemîl Aksoy, Hebat Karayilan, Şerafettîn Mete, Alîcan Çelîk,  Ferhat Erdînç Kaygûsûz.

ÎZMÎR

Li navçeyên Konak, Torbali, Menemen û Karşiyaka yên Îzmîrê jî polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Hat ragihandin ku heta niha 27 kes hatine binçavkirin. Çend ji kesên hatine binçavkirin ev in: Dogan Oznûr, Gokhan Yildiz, Şehmûz Azîzoglû, Sedat Dîşlî, Cîhat Dîşlî û Abdullah Aydin.

Welatiyên hatin binçavkirin birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.