Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Îzmîrê ÎHD’ê û xizmên windayan li  aqûbeta Huseyîn Yeşîlmen, Îzzet Seven û Îsmaîl Bahçeçî pirsîn yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn windakirin.

Şaxê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiya 515’an li dar xistin. Daxuyanî ji ber qedexeya Walîtiya Amedê li Şaxa ÎHD’ê yê Amedê hate dayîn.

AMED

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, diyar kir ku 515 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û wê lêpirsîna xwe berdewam bikin. Orhan, anî ziman ku bi salan e têdikoşin, lê heta niha tu bersîv negirtine û wiha got: "Hêj aqûbeta windayan ronî nebûye û hesap ji kujeran nehatiye pirsîn. Lê heta ku daxwazên me pêk bên û çalakiya me bi encam bibe wê çalakiyên me bidomin. Em parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan heta ku aqûbeta windayan diyar bibe û hesab bê pirsîn wê çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

AQÛBETA HUSEYÎN YEŞÎLMEN PIRSÎN

Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Gûrbet Yavûz jî li aqûbeta Huseyîn Yeşîlmen pirsî yê di sala 1993'an de hat revandin û windakirin. Yavûz, diyar kir ku Yeşilmen li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijiya û wiha got: “Roja bûyerê bi teqsiya Renault ku ne aydî wî bû ji malê derket û carek din nehat malê. Roja bûyerê teqsiya Renault 12 model li gundê Kuştepe ya Cizîrê şewitî hat dîtin. Navçeya Cizîrê bi windakirinan tê zanîn. Gelek mirovên hatin destgîrkirin û piştî destgîrkirinê tu agahî ji wan nehatin girtin. Ji ber ku wê dîsa bi zorê bên destgîrkirin û windakirin gelek malbatan serî li rayedaran nedan. Ji ber şerê heyî serlêdanan jî encam nestendin. Di 3'ê Îlona 2009'an de di xebaten rêya Gundê Basisk ê Cizîrê de hestî hatin dîtin. Hat texmînkirin ku hestî aydî Yeşilmen in. Malbatê bi fikra ku hestî aydî Huseyin Yeşilmen e serî li Serdozgeriya Komarê dan. Piştî lekolînkirinê hat diyar kirin ku 2 kes bi 2 guleyên ku berdane serê wan hatine kuştine. Di ser windakirina Huseyin re 25 sal derbas bûn, lê tevî hemû hewldanan encamek nehat girtin.”

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê di hefteya 421’emîn de li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Piştî Walîtiya Êlihê 17 hefteye Kolana Gulistanê qedexe kir, ÎHD û malbat li avahiya ÎHD'ê daxuyanî didin.

Di çalakiya li avahiya ÎHD'ê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Dîsa kesên hatin windakirin û jiyana xwe ji dest dan wêneyên wan hatin hildan. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz, daxuyanî da û xwest qedexe demek beri demekî bi dawî bibe.

Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zekî Tanguner jî aqûbeta Îzzet Seven xwend ê ku di Nîsana 1998'an de hat windakirin û careke din agahî jê nehat. Tanguner, anî ziman ku hevjina Îzzetîn Seven Emîne Seven di serledanê de gotiye "Hevjînê min Îzzetînn Seven, wekî karker li Herema Midûriyetae TUPRAŞ'ê dixebitî û ji malê diçû kar û ji kar jî dihat mal. Di Nîsana 1998'an de ji malê derket û carek din nehat malê. Di salên 90’î de li kolanên Êlihê gelek kes hatin înfazkirin."

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê, ji bo “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” çalakiya xwe ya heftane ya 461’an li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê.

Endamên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Caner Canli, daxuyanî da û aqûbeta Serokê Federasyona Komelêya Xwendekarên Tirkiyeyê û Xwendekarê Dibistana Bilind a Çapemeniyê ya Zanîngeha Marmara Îsmaîl Bahçecî pirsî yê ku di 24’ê Kanûna 1994’an de li taxa Levent a Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Canli, bal kişand ser çîroka Bahçecî û wiha bilêv kir: “Kesekî xwe weke hevalê Îsmaîl dide nasandin li malbatê digere û ji malbatê re dibêje polîsan Îsmaîl destgîr kir. Piştre dayik Fatma û bav Şehmûz li her derê li kurê xwe digerin. Lê hîna jî tu agahî ji bo malbatê nehatiye dayîn. Em ji vê derê bang dikin, em ê li windayên xwe bigirin û em ê bibin dengên wan. Em ê bi rêbazên hiqûqî yên gerdûnî û di çarçoveya mafê mirovan de têkoşîna xwe her berdewam bikin.”