Li Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo windayan hatin ba hev

Li Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên winda û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên edaletê didomînin.

Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi armanca “Windahî bên dîtin û faîl bên darizandin” 505’emîn çalakiya rûniştênê ya vê heftê pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên windakiriya, rêveber û endamên ÎHD’ê û Parlementerê CHP’ê yê Rihayê Azîz Aydinlik beşdarî çalakiyê bûn.

Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Asal Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li herêmê bi sedam mirov ji aliyê hezên ewlekariyê ve hatin kuştin. Bi van komkujiyan sûcê mirovahiyê tê kirin. A rast ew ku ev sûcê mirovahiyê bê qebûlkirin. Ev pergala ku dilê dayikan dişewîtine, dayik wê bitêkoşîna xwe hesab ji wan bipirse. Hûn van sûcên xwe qebûl bikin û hesap bidin. Em dixwazin faîl bên dîtin, darizandin û ceza kirin. Divê faîl ji dayikan lêborîn bixwaze. 

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Îrfan Ekîncî jî, çîroka Mûhsîn Taş ê li Şirnexê hat destgîrkirin û windakirin vegot. Taş, diyar kir ku di operasyona leşkerî ya 14’ê Cotmeha 1993’yan a li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê pêk hat de, Mûhsîn Taş ji çokê xwe birîndar bû. Ekîncî, da zanîn ku Taş di saet 05.00’ê rojê de ji aliyê leşkerên dibin fermandariya Serdar Cemal Tamîzoz ve hat destgîrkirin û wiha got: “Taş di wê saetê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Taş ji aliyê Dr. Palpas vê tê mûayene kirin. Bijîşk dibêje dibê Taş bişînin Mêrdînê. Li ser vê yekê di heman rojê de Taş teslîmî Serdarê Fermandariya Jendirmeyan a Şirnexê Erol Tuna tê kirin. Piştre Taş dibin polîklînîka Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û ji aliyê Bijîşk Can ve tê mûayene kirin. Lê ji 9’ê Mijdara 1993’an ve agahî ji Taş nayê girtin. Ji malbatê re gotin Taş di operasyonê de reviyaye. Gelo kesekê ku çonkê wî birîndar çawan dibe ku di operasyona ser çiyayê de bireve? Piştî salên dirêj, DMME Tirkiyeye ji ber winda kirina Mûhsin Taş mehkûm kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 411’emîn de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em binçavkirin û girtinên di demên dawî yên li dijî siyasetmedar û kedkarên çapemeniyê şermezar dikin. Em dixwazin hemû siyasetmedar û rojnameger bên berdan. Em dixwazin hemû qedexeyên heyî bên rakirin.”

Berdevkê Komîsyona Maf û Edaletê ya Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner, çîroka Yilmaz Gumeş ê di sala 1993’yan de hat windakirin vegot. Ji 21’ê Cotmaha 1993’yan ve agahî ji Gumuş nayê giritn. Li gorî agahiyên bavê Yilmaz Guneş Fahrettîn Gumuş berî kurê wî bê winda kirin mehekê li Midûriyeta Polîsan a Êlihê hat destgîrkirin. Bab Gumuş bi salan li kurê xwe digere. Çi dibe bila bibe me aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin.”

Piştî axaftina Tanguner, 5 deqe çalakiyê rûniştinê hat lidarxistin.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 452’yemîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê lidar xistin. Rêveber û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta welatiyên bi navê M. Salih Akdenîz, Behçet Tutuş, Umît Taş, Turan Demîr, Nurettîn Yerlîkaya, Abdo Yamuk, M. Şerîf Avar, Hasan Avar, M. Şah Atala, Celîl Aydogdu û Bahrî Şîmşek ên li gundê Alaca navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin pirsî. Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn daxuyanî da û bibîr xist ku gelek mirov di dema hatin destgîrkirin de hatin windakirin û çavê xwişk, bira, bav û dayikên windayan li rê maye. Încîn da zanîn ku ew ê lêgerîna aqûbeta windayan bipirsin û divê kujer bêceza nemînin. Încîn windakirina her 11 welatiyan bibîr xist û got: “Kujer nehatin girtin û dernexistin ber darazê. Kujer hatin xelatkirin. Em ê jî bibîrxistina windayan dewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.