Li Amara û Fîsê HDP’ê hema hema hemû deng wergirt

Li gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Amara di du sindoqan de 301 deng hatin bikaranîn. HDP’ê 266 deng wergirt. Li gundê Fîsê yê girêdayî Licê ya Amedê jî HDP’ê ji 215 dengan 213 deng wergirt.

Li gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Amara di du sindoqan de 301 deng hatin bikaranîn. HDP’ê 266 deng wergirt. Li gundê Fîsê yê girêdayî Licê ya Amedê jî HDP’ê ji 215 dengan 213 deng wergirt.

Li gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Amara bi giştî 368 deng hatin bikaranîn, Di sindoqa hejmar 1055 de 163 deng hatin bikaranîn. Li gor vê: HDP 148, AKP 8, MHP 4, SP 1 CHP 1 deng wergirtin. 1 deng jî hat betalkirin. Di sindoqa hejmar 1056 de 138 deng hatin bikaranîn. Li gor vê: HDP 118, AKP 8, SP 3, MHP 2, BTP 1, Partiya Rizgariya Gel dengek wergirt. 5 hatin betalkirin.

LI FÎSÊ HDP’Ê 213 DENG WERGIRT

Li gundê Fîsê ya Licê ya Amedê ku PKK’ê yekemîn kongreya xwe li wir li dar xist. 215 hilbijêran dengên xwe bikar anîn.

213 deng ji HDP’ê re, dengek ji CHP’ê re û dengek hat betalkirin.