Li Almanyayê şewat: 8 Tirkiyeyiyan jiyana xwe ji dest da
Li Almanyayê şewat: 8 Tirkiyeyiyan jiyana xwe ji dest da
Li Almanyayê şewat: 8 Tirkiyeyiyan jiyana xwe ji dest da
Di agirê ku li qesabeya Backnang ya nêzî bajarê Stuttgart yê Almanyayê rû da ji malbata Soykan yê Afyonê 7 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, vê sibehê di demjimêr 04.30’an de agirê ku di sîteya navenda qesabeyê rû da, demek kurt apartman hemû dorpêç kir. Hate ragihandin ku, ji 7 kesên jiyana xwe ji dest dayî zarokin.
Nav û temenê kesên jiyana xwe ji dest dayîn wiha hatin aşkera kirin: Dayîk Nazli Ozcan Soykan (40), Hatîce Soykan (17), Yilmaz Soykan (14), Abdulkadir Soykan (8), Îzzet Soykan (7), Yasîn Soykan (6), Ahmet Soykan (3) û Mûrat Soykan (6 mehî).
Hate ragihandin ku, Îbrahîm Soykanê ku di bûyerê de birîndar bû tê derman kirin.