Li Almanyayê programa Newrozê
Li Almanyayê programa Newrozê
Li Almanyayê programa Newrozê
Kurdistanî û dostên wan yên di serî de li Almanya û gelek welatên Ewropayê jiyan dikin ku li bajarê Bonnê Newrozê pîroz bikin dê 23’ê Adarê bên gel hev. Federasona Komeleyên Kurdan ya li Almanyayê (YEK-Kom) her kes vexwende Newrozê û li gelek bajaran jî çalakiyên Newrozê organîze dike.
YEK-KOM’ê destnîşan kir ku, Newroz ji bo gelê Kurd tê gelek wateyan, ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û roja me ya îro Newroz ji bo Kurdan tê wateya cejna yeketiyê. YEK-KOM’ê ragihand ku, di serî de li Kurdistanê Newroz dê ji aliyê milyonan mirovan ve bê pêşwazî kirin û ev bang kir:
“Em Kurdên li Almanyayê jî dixwazin weke gelê xwe li welat bi nasnameya xwe û mafên wekhev jiyan bikîn. Çalakiyên Newrozê yên îsal bi slogana “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdan re Statû” dê bi awayek rêxistin kirî û bi dengek bilind qîr bikîn. Kurdên li Almanyayê naxwazin bên qedexe, krîmînalîze û tune bên hesibandin, dixwazin bi nasnameya xwe jiyan bikin, em dê di Newrozê de nîşanî her kesê bidin.”
YEK-KOM’ê da zanîn ku, di meşa ku dê di 23’ê Adarê li Newroza Bonnê bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” were kirin, li hemû bajarên endamên wan heyî dê şeva 20’ê Adarê meşên meşaleyî pêkbînin. Şahiya Newrozê ya hinek bajaran jî wiha ye:
MUNÎH: Îro, Şeva Newrozê, demjimêr 14.00, Theaterfabrik Friedenstrasse 10 - 81671 Munchen.
AACHEN: 22’ê Adar, Resepsiyona Newrozê, demjimêr 18.00, avahiya Şaredariyê, Alten Kurhaus, Komphusbad Str.19
MONCHENGLADBACH: Resepsiyona Newrozê, 25’ê Adarê, demjimêr 17:30, Pfarre St. Vitus /Bökelstr. 178
DRESDEN: Resepsiyona Newrozê, 25’ê Adarê, demjimêr 14.00, di parlementoya Eyaletê de, Sächsischer Landtag, Bernhard-von-Lindenau-Platz 1, 01067 Dresden
HAMBURG: Resepsiyona Newroz, 26’ê Adarê, Demjimêr 18.30, di parlementoya Eyaletê de, Rathausmarkt 1, 20095 Hamburg
GREVENBROİCH: Resepsiyona Newroz, 4’ê Nîsanê, Am Alte Schloss