Li Adigeyê êrîşan deweta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdên ku li Adigeyê ketin greva birçîbûnê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûnê û Şengalê şermezar kirin.
Kurdên ku li Adigeyê ketin greva birçîbûnê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûnê û Şengalê şermezar kirin.
Li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê Kurdan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Greva ku li Navenda Çanda Kurd dest pê kirî kete roja 5'an, çalakgeran êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Şengalê şermezar kirin.
Li ser navê çalakgeran endamê KNK'ê yê Rûsyayê Feyzî Huseyîn axivî.
ERDOGAN DÎN Û HAR BÛYE
Huseyîn got dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan dixwaze Kurdan ji fikrê Ocala dûr bixe lê ramanên Ocalan îro li hemû deverên ku Kurd lê dijîn pratîze dibin û domand, ''Dewleta Tirk a ku vê dibîne bi xwînxwarî êrîşê dibe ser Kurdan. Ji bo wan ne girîng bê ka kîjan Kurd hatiye kuştin, an jî birîndar bûye, ji bo wan a girîng nebûna Kurdan e. Ji bo vê êrîş birin ser Mexmûr û Şengalê. Erdogan dîn û har bûye û êrîşê dibe ser sivîlan.''
Huseyîn her wiha bi bîr xist ku kampa Mexmûrê bi kontrola Neteweyên Yekbûyî ye û dî serî de NY bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk bêdeng nemînin.