Li Adigey Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Adigey Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Adigey Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Komara Adigey ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û Komloya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin civînek li dar xistin. Di civînê de Feyzo Huseyîn da zanîn ku Komploya Navneteweyî ya ku hêzên emperyal pêşengiya wê dikin îro li Kobanê berdewam dike.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey ji bo êrîşên komên çete DAIŞ ên li ser kantona Kobanê û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê protesto bikin di civînekê de hatin cem hev. Civîna ku îro dane sibê li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agirî hat lidarxistin ji bo cangoriyên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir.
Di cîvînê de Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn axivî û got: “Komploya navneteweyî ya bi hevkariya dewletên navneteweyî ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an destpê kir îro li Kobanê berdewam dike. Ev komploya ku di bingeha xwe de tunekirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc bi hemû hêza xwe dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne. Çawa ku Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya di Girava Îmrali de komplo vala derxist û nehişt bigihêje armanca xwe îro li Kobanê keç û xortên Kurdan jî bi berxwedana xwe vê komployê vala derdixin. Her wiha serhildanên ku li hemû Kurdistanê jî belav bûne tê wateya ku êdî ev komplo ji aliyê hemû Kurdan ve hatiye fêmkirin û hatiye zanîn.”
Di dawiya axaftina xwe de Huseyîn da diyarkirin ku hêzên navneteweyî bi çeteyên DAIŞ dixwazin Kurdistanê bê Kurd bikin û got: “Armanca hêzên navneteweyî ew e ku bi destê çeteyên hov ên DAIŞ Kurdistanê bê Kurd bikin û îradeya Kurdan bişkînin. Diyar e ev berhemên planên demdirêj in. Lê civaka Kurd hatiye wê astê ku êdî bi van planan nayê xapandin. Her wiha em jî wek Kurdên li welatê Rûsyayê bi tûndî êrîşên DAIŞ û Komploya 9’ê Cotmehê şermezar û lanet dikin. Êdî dem hatiye ku Kurd bi îradeya xwe ya azad di qada navneteweyî xwe temsîl bike.”
Piştî axaftina Huseyîn, Kurdistaniyên beşdarî civînê bûne jî di nirxandinê xwe de êrîşên komên çete DAIŞ û komploya navneteweyî şermezar û lanet kirin.