Li Aarauyê du gerîla hatin bîranîn

Li Aarauyê du gerîla hatin bîranîn

Gerîlayên Kurd Îlyaz Ayaz (Aram Tîgran Kobanê) û Omer Yatan (Bozan Bagok)  li bajarê Aaurau yê Swîsreyê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê gerîlayên Kurd Îlyaz Ayaz (Aram Tîgran Kobanê) û Omer Yatan (Bozan Bagok) bi çalakiyekê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê bi beşdariya zêdetirî 250 kesî li Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîd  nirxên hemû civakê ne, bang li her kesî kir ku alîkarî bidin berxwedana Kobanê.

Di çalakiya bîranînê de dirûşma “Şehîd Namirin” hate gotin.