Li Şapatanê binçavkirin, li Stenbolê girtin

Tîmên taybet ên Tirk ku bi panzeran avêtin ser gundê Şapatanê 3 gundî binçav kirin. Li Stenbolê jî 4 kes hatin girtin.

Tîmên taybet ên Tirk, danê sibehê saet di 05:00 de bi 20 wesayitên zirxî û panzeran ketin nava taxa Dereboyû ya gundê Şapatanê. Tîmên taybet ên Tirk, derî û camê gelek xaniyan şikandin, ketin hundir û lêgerîn kirin. Hêzên çekdar ên Tirk 3 gundî binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Şemzînanê.

STENBOL

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, Îbrahîm Kavaçioglû (66), hevsera wî Lale Kavaçioglû (56), Dîlan Tûran (23) û Rewşen Agaç (20) ên 21'ê Îlonê li taxa Kanarya hatin binçavkirin, piştî girtina li emniyetê derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriya Tirk her çar kes bi daxwaza girtinê radestî dadgehê kir û dadgehê jî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' biryara girtina wan da.

Li gorî agahiyan, Îbrahîm Kavakçioglû yê hate girtin, di nava vê salê de 2 caran anjîo û carekê jî emeliyeta by-pass bûye.