Li Şakranê ezman jî li girtiyan qedexe ye!
Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa T ya bi Nimroya 2 a Şakranê têlên direhî kişandine ser cihê hewastînê ku girtî tenê li vir dikarîbûn ezmên bibînin.
Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa T ya bi Nimroya 2 a Şakranê têlên direhî kişandine ser cihê hewastînê ku girtî tenê li vir dikarîbûn ezmên bibînin.
Li Girtîgehên Tirkiyê ku her roj bi binpêkirina mafan, êşkenceyan têne rojevê ezman jî li girtiyên siyasî herimandin. Diyar bû ku Girtîgeha Tîpa T ya bi Nimroya 2 a Şakranê ya bi rêveberiya Abdullah Demîrcî cihê hewastînê ku girtî lê dimînin û ezmên dibînin bi têlên direhî ser girtiye. Dayika girtiyê siyasî Fîkret Kara Naîme Emlîk got kurê wê û hevalên wî yê koxuşê ev 5 meh in li koxûşa A-25’ê têne girtin.
‘HER SIRGÛN ÊŞKENCE YE’
Dayik Emlik ji ANF’ê re got li derveyî xwestin û agahiya kurê wê di du mehan de li kurê xistine û sirgûn kirine û got, ‘’Her sirgûn êşkence ye. Ji ber ku dibine kîjan girtîgehan wan tazî dikin ser wan seh dikin û her wiha li wan dixin. Çawa ku kurê min çû Girtîgeha Tîpa T ya bi Nimroya 2 a Şakranê midûrê girtîgehê Abdullah Demîrcî sixêf lê kirine. Ji ber ku li dijî vê derketiye li kurê min xistin û êşkenceya psîkolojîk lê kirin.’’
‘WEKE RIKEHÊ YE’
Dayik Emlik got kurê wê û hevalên kurê wê kirine koxûşa A-25’an ku berê FETO’yî lê diman û cihê hewastînê yê koxuşê ser wê bi têlên direhî hatin girtin û kirine weke rikehê. Emlik got li dijî vê kirina derî mirovan kurê wê û hevalên wî gelek caran xwestin ku bi rêveberiya girtîhê re biaxivin lê li gel vê jî rêvebriyê bersiveke erênî nedaye û ev 5 meh in daxwaza wan a ku wan bibin koxuşeke dî nayê qebûlkirin. Dayik Emlik got, ‘Ne têlên direhî radikin û ne jî cih diguherin. Lê li heman girtîgehê ji doza ku jê têne darizandin girtiyên siyasî hene. Ne pêkan e ku ev were fêhmkirin, ev rasterast êşkenceyeke psîkolojîk e û ku nirxên mirovî binpê dikin. Îro heywan jî bi vî rengî werin gritin binpêkirina mafan e, li dijî mirovan ev kirin hetîketî ye. Tişta ku li ser zarokên me dikin sûcê mirovahiyê ye. Ev ne tenê qedexekirina ditina ezmên û rojê ye lê her wiha qedexe dikin ku çûkan jî bibînin.’’