Li Şakranê êşkence: Girtiyan dixin koxuşên bi têlan dor lê pêçayî

Diyar bû ku li Girtîgeha Şakranê li Tîpa T ya bi nimroya 2’yê 5 girtî kirine koxuşên ku bi têlan hatin pêçan.

Girtiyên ku ji Girtîgeha Kandira ya Tîpa F’yê bi lêxistinê birin Girtîgeha Tîpa T ya bi nimroya 2’yê kirine cihê hewastînê yên ku bi têlan kirine koxuş.

Parêzer Erdogan Akdogdû ku girtiyan re axivî gotinên girtiyên bi navê Mûsa Karataş, Kemal Toka, Fîkret Kara, Gokhan Atay û Mehmet Alî Aslan ên di koxuşa A-25’ê de ragihand û diyar kir ku 30’ê Cotmehê dema ku 9 girtiyên cezaxwarî ji Kandirayê birine qerdiyanên Girtîgeha Kandirayê li girtiyan xistine, sifêf li wan kirine û her wiha parsûyên Mûsa Karataş êşandine, serçavên wî jî şîn û reş kirine û li gel vê jî girtî nebirine nexweşxaneyan.

‘MIDÛRÊN GIRTÎGEHÊ BI ME RE HEV NEDÎTIN’

Akdogdû diyar kir bi fermanda Midûrê Girtîgehê Abdûllah Demîrcî girtî tazî kirine û wiha ser wan seh kirine û girtî kirine ‘koxuşên bi têlan pêçayî’ yên ku ji bo kesên ji lêpirsîna Cemeata Gulen hatibûn çêkirin.

Akdogdû diyar kir ku wan xwestine ku midûr bibînin lê Demîrcî ev daxwaza qebûl nekiriye, piştre xwestine ku bi midûrê duyemîn re hev bibînin lê ev jî bi hinceta ku ‘pir mijûl e’ nehatiye qebûlkirin.

‘BI FERMANA ABDÛLLAH DEMÎRCÎ PÊK TÊ’

Akdogdû diya kir tişta ku li vê girtîgehê tê kirin heta niha li ti girtîgehan nehatiye kirin û got, "ev metoda êşkenceyê cara pêşî li girtîgehê bi însîtatîva Midûrê Girtîgehê Abdûllah Demîrcî li Şakranê, li Nimroya 2’yê pêk tê".