Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP'ê û Dayikên Aştiyê jî di nav de herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin.

Li Îzmîrê serê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin û ji bo kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Şaxê TEM'ê ya Çankayayê.

Kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Rêveberê Bajarê Îzmîrê yê HDP'ê Mahsûn Koç, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Sabrî Gul, rêvebera HDP'ê Hediye Korkût, Edîbe Sîncar, Gulîzar Dag, Nufûsa Ataç, Famîle Ari, Elfedîn Kol û Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk, Fatma Surme (xizma girtî).