Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: Hejmara destgîrkirinan bû 15

Li Îzmîrê hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de bûn 15. Di nava kesên hatine destgîr kirin de dayikên aşitiyê jî hene.

Serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di nava wan de rêveber û endamên HDP’ê jî gelek kes destgîr kirin. Hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 15.

Diyar bû têkildarî lêpirsînê biryara ‘veşartî’ hatiye dayîn.

Navê kesên ku hatine destgîr kirin wiha ne; Cemîle Aydin (67), Hayat Îzgî (48), Behiye Yalçin (60), Zarîfe Karasûngûr, Sabrî Adibellî, Mehmet Demîr, Fatma Yetîm, Ezgî Yagci, Dunyamali Arinç, Sebahattîn Işik, Kerem Ay, Nerîman Ay, Turkan Poyraz û Îbrahîm Kortak.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de tê payîn ku Berdevka Hewldana 78’an Celalattîn Can ê ku hatibû destgîrkirin êvarê bibin Îzmîrê.